FANDOM

1,948,843 Pages

StarIconGreen
LangIcon
Kirîvê

This song is by Şivan Perwer and appears on the album Dotmam (1985).

Ax de were lê, were lê were lê lê
Ax kirîvê lê lê axx xxx
Kirîvê vê sibê wezê bi Çiyayê Şengalê, Gola Smoqya diketim îro gelî di
Gelîda gelî di gelî da di gelî da Kirîvê lê
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçka Smoqya li xwe kiriye kirasê
Sorî melesî çeka eba wî eba dawî di ser da
Xwe dabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka Çemê Xebûrê di
Binî da hê kirîvê lê lê
Kirîvê tu zanî gunê min û te çiye ev heq û şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku ez misilman im tu jî Êzidî ye kirîvê lê lê…
Kirîvê ez ketime bextê te, tê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne
Xwe berde pozê Şengala Şewitî
Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke, were di ser derd û kula re
Ramûsanekê bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde
Kirîvê lê lê
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedqa ber serê ez feqîrê we me kirîvê lê lê…
Îcar keçikê bang kir:
Kirîvo wezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke, ji xwe netirse, wez sond bixum bi Şêxaltîkê
Melekê Tawis be
Hege wez mirim ji axa sara me, hege ez bimînim ji rih û can û cesedê
Kirîvê xwe ra me kirîvo lo
De ramûsanê m keçkê Êzidîyan, di xweşbûna sehera sibê di azanya
Melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min, kara xezala mi xibşê, mi dîlimezê, min kevoka,
Şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo
De mîna fîncanê qehwê ferfûrî, dev û lêvê min mîna şekirê Amedê di
Devê cuhê de axitkirî dişîne, kirîvo lo

External links